Di mîtînga Strasboûrgê de berxwedana Efrînê hate silavkirin

Mîtînga li Strasboûrgê dest pê kir, a ku bi deh hezaran kes tevlê bûbûn. Di mîtîngê de azadiya Ocalan tê xwestin û berxwedana Efrînê te silavkirin.

Ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan piştî meşeke dirêj gihiştin qada mîtîngê ya li Strasboûrgê. Di mîtîngê de azadiya Ocalan tê xwestin û berxwedana Efrînê te silavkirin.

Axaftina destpêkê ya mîtîngê ji aliyê Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr hate kirin. Goksûngûr diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê berdewamiya komploya navneteweyî ye.

CIWANÊN AZAD:  EM BERÊ XWE BIDIN QADÊN AZAD

Di mîtîngê de Ciwanên Azad daxuyaniyek dan û diyarkirin ku divê ciwanên Kurd li hemberî êrîşan tevlî têkoşîna azadiyê bibin.

Meşvanên enternasyonalîst ên ku ji Luksembûrgê dest bi meşê kiribûn bi sloganan derketin ser dikê. Meşvanên enternasyonalîst êrîşên li ser Efrînê bi zimanekî tund şermezar kirin. Meşvanan gotin ku, “Welatên kapîtalîst îro li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in lê em ê li hemberî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin û bi gelê Kurd re bi ser bikevin.”

DÎLEK OCALAN: KOMPLOGER LI HEMBERÎ EFRÎNÊ BÊDENG IN

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan komploya navneteweyî şermezar kir û got “Komploya navneteweyî ya ku 19 sal berê hatibû kirin, îro li Efrînê didome. Komplogerên ku li ser Ocalan komplo kirin, îro li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in.”

Mîtîng bi axaftinan didome.