Macron û Trûmp li ser Sûriyeyê helwesteke hevpar nîşan dan

Serokkomarê Fransayê Emmaûel Macron û Serokê DYA'yê Donald Trûmp beriya civîna bilind a li ser Sûriyeyê ku wê roja Şemiyê li Stenbolê pêk were, ji bo helwesteke hevpar nîşan bidin, bi hev re axivîn.

Li gorî daxuyaniya ji Qesra Elysee hate dayin, Macron û Trûmp bi rêya telefonê bi hev re axivîn.

Civîna bilind a li Stenbolê wê roja Şemiyê di navbera rêveberên Rûsya, Tirkiye, Elmanya û Fransayê de bê kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Macron rojeva xwe ya li ser dewamkirina agirbesta li Îdlibê û zêdekirina nîqaşên li ser pêvajoya çareseriya siyasî ya şerê li Sûriyeyê ragihandiye.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "DYA û Fransa li ser mijarên; ewlekarî, însanî û siyasî yên li Sûriyeyê xwedî heman armancan e. Û Serokê DYA'yê ji Serokkomarê Fransayê xwest ku vê helwesta hevpar li civîna bilind a li Stenbolê nîşan bide."

Li gorî medya Fransayê, çavkaniyek ji Qesra Elyseeyê diyar kir ku li gel bendewariyên 'maqûl' Fransa ne li bendê ye ku di mijara pêvajoya siyasî û ewlekariyê ya Sûriyeyê de tiştek ji vê civîna bilind derkeve.

Hikumeta Fransayê dixwaze agirbesta li Îdlibê were dirêjkirin û destûr ji derbasbûna konvoyên însanî re were dayin. Tê gotin, herî kêm şeş ji konvoyan ji aliyê rejîma Şamê ve hatiye rawestandin.

Rêveberiya Parîsê her wiha dixwaze komîteyeke destûra bingehîn pêk were û yek ji sê parên komîteyê ji nûnerên rejîmê, yek ji sê paran ji nûnerên mûxalefetê, yek ji sê paran jî ji kesên serbixwe pêk were.

Di daxuyaniya Qesra Elysee de ji rêveberên çar welatên li Stenbolê li hev bicivin hate xwestin ku biryareke vekirî bistînin ku ev komîte di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bê avakirin. Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin, hefteyên bê, dawiya vê salê hevdîtinên Cenevreyê dest pê bikin.