Macron Harîrî vexwend Fransayê

Serokkomariya Fransayê ragihand, ku Serokwezîrê Lubnanê yê îstifa kir Harîrî ku ji 4'ê Mijdarê û vir ve li Erebîstana Siûdî tê girtin, ji bo Fransayê hatiye vexwendin.

Di daxuyaniya Qesra Elysee de hat gotin, Saad Harîrî ku 'ji bo pêşî li kûrbûna krîza li Lubnanê bigire îstifa kiriye' ji bo Parîsê hatiye vexwendin.

Hat ragihandin ku tê plankirin Harîrî di rojên pêş de bê Fransayê, lê demeke diyarkirî nehat eşkerekirin. Tê payin ku Harîrî demeke kin li Fransayê bimîne.

Balkêş e ev daxuyanî piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan a li Erebîstana Siûdî hate dayin.

Duh di nava rojê de Le Drîan, prensê welîhat ê Erebîstana Siûdî Mûhammed bîn Salman û Saad Harîrî li hev rûniştibûn.

Piştî nîvro jî Serokkomar Emmanûel Macron daxuyanî dabû û îdîa kiribû ku ji bo 'aramî li Lubnanê vegere' Harîrî ji bo Fransayê hatiye vexwendin.

Harîrî 4'ê Mijdarê dema li Erebîstana Siûdî bû îstifa kiribû û ji bo sedema îstifaya xwe jî gotibû ku Îran dest li karên navxweyî yê welatê wan werdide.

Lê belê Serokkomarê Lubnanê Mîchel Aoûn dabû xuyakirin ku Harîrî bi zorê li Erebîstana Siûdî tê girtin. Fransa jî di wê baweriyê de ye, ku ji bo îstifaya Harîrî 'li destûra bingehîn bê' divê vegere welêt û îstifaya xwe bi xwe pêşkêşî Serokkomar Aoûn bike.