Lubnan di şînê de ye: Hejmara miriyan 100 derbas kir

Li paytexta Lubnan Beyrûdê, di teqînên roja Sêşemê de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan 100 derbas kir. Li welêt şîna neteweyî hate ragihandin.

Xaça Sor a Lubnanê ragihand, ku ji ber her du teqînên li bendergeha Beyrûdê ku roja Sêşemê piştî nîvro rû dan, zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku zêdeyî 4 hezar kes jî birîndar bûne. Tê gotin, dibe ku bîlanço girantir bibe.

Piştî teqîna destpêkê, teqîna duyemîn gelekî mezintir bû. Ji dîmenên ku hatin weşandin tê dîtin, dûyê mîna kuvarkê ku gelekî mezin e bi hewa dikeve. Avahiyên ku bi kîlometreyan dûrî cihê teqînê bûn, ji ber bandora teqînê hejiyan, camên wan şikestin.

Li cihê bûyerê jî felaketeke mezin hebû. Yek ji şahidan, teqîn şiband teqîna ji ber "bombeya atomê".

Serokwezîr Hasan Dîab soz da ku berpirsyarên vê felaketê wê bên cezakirin. Serokwezîr her wiha bang li welatên dost kir ku alîkariy wan bikin. Fransayê bi barê bi tonan malzemeyên tenduristiyê şand.

LI DEPOYEKÊ 2 HEZAR Û 750 TON AMONYÛM NÎTRAT HEBÛ

Teqîn li bendergehê rû da ku zêdeyî 2 hezar û 700 ton amonyûm nîtrat hebû. Amonyûm nîtrat a ku di kîsên mezin de bûn, şewatê mezintir dike, lê bi tena serê xwe zehmet e ku biteqe.

Midûrê gumrukê Bedrî Dahîr roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku depoya amonyûm nîtrat li nêzî depoya fîşekên hewayî bû.

Hikumet diyar dike ku ev barê giran ê amonyûm nîtratê bêyî ku tedbîr bên wergirtin li bendergehê hatine bicihkirin. Serokwezîr Dîab got, "Barê ji 2750 tonî yê amonyûm nîtrat bêyî ku tedbîrek bê wergirtin şeş sal bû li depoyê dihate hiştin. Ev yek nayê qebûlkirin. Nabe ku em vê qebûl bikin û bêdeng bimînin."

TEQÎNÊN BI AMONYÛM NÎTRAT

Li cîhanê gelek trajediyên ji ber amonyûm nîtrat rû dan ku hin ji wan qeza bûn, hinek jî bi zanebûn hatin kirin. Yek ji wan teqînan bi qezayê li herêma Oppaû ya Elmanyayê sala 1921'ê pêk hatibû û 561 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Fransayê di 21'ê Îlona 2001'ê de li depoyeke febrîqeyeke kîmyayê ya li Toûloûse 300 ton amonyûm nîtrat ji nişka ve teqiya bû, 31 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Teqîn ji xelekeke ji 80 kîlometreyî hatibû bihîstin.

Li eyaleta Teksasê ya DYE'yê li febrîqeyekê di sala 2013'an de teqînek çêbûbû. Di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di 19'ê Nîsana 1995'an de Tîmothy McVeîgh bombeyeke ji 2 ton amonyûm nîtratê li pêşiya avahiya federal a li Oklahoma Cîty teqandibû, di encamê de 168 kes miribûn.