Li Beyrûdê teqîn: 73 kes mirin, 3.700 kes birîndar bûn

Li paytexta Lubnan Beyrûdê, ji ber teqînên ku doh piştî nîvro rû dan, 73 kes mirin, 3.700 kes birîndar bûn. Li welêt şîna neteweyî hate ragihandin.

Li bendergeha paytexta Lubnan Beyrûdê, doh piştî nîvro li pey hev du teqîn çêbûn. Rayedaran diyar kirin ku 73 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3.700 kes jî birîndar bûne.

Midûrê Giştî yê Emniyetê ya Lubnanê Abbas Îbrahîm di daxuyaniya xwe ya destpêkê de diyar kir ku ew texmîn dikin, "teqemeniyên ku bi salane hatine desteserkirin" bûne sedema teqînê, lê belê divê mirov li benda encama lêpirsînê bin.

Îsraîl ku bi dehan sal in li dijî Lubnanê operasyonê leşkerî dike, ragihan ku pêwendiya wan bi bûyerê re nîne.

Piştî teqîna destpêkê teqîneke gelekî dijwar pêk hat. Teqîna duyemîn bû sedem ku ewrekî mezin mîna kuvarkê çêbibe. Li qadeke berfireh, ji ber teqînê avahî hejiyan, camên wan şikestin. Teqîn welê dijwar bû ku Qibris a bi 200 kîlometreyî dûrî herêmê bi teqînê hesiya.

Mirovên di dema teqînê de li derve bûn ji ber teqînê ji bo demekê kerr bûn. Leşkeran û mirovên dilxwaz ew ji herêmê derxistin.

Li bendergeha ku teqîn lê çêbû wesayit bi ser hev ve ketin û herêm asê kirin.

Rayedarekî leşkerî ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku herêmeke leşkerî bi cesedan tijî bûye. Helîkopteran jî ji bo vemirandina şewata ji ber teqînê rû da bi seatan kar kirin.

Bi beşdariya Serokdewlet Mîchel Aoûn, Komîteya Bilind a Parastinê û Serokwezîr Hasan Dîab civîneke lezgîn pêk hat. Li tevahiya welêt ji bo îro şîna neteweyî hate ragihandin.

Tevî ku çend saet di ser teqînê re derbas bûne li ser sedema wê hîn daxuyaniyek nehatiye dayin. Serokwezîr Dîab got, "Berpirsyar wê hesab bidin."

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî Alma jî ragihand ku ji ber teqînê xisareke mezin li Qesra Serokwezaretiyê bû, ku bi 15 kîlometreyan dûrî cihê teqînê ye.

Li aliyê din hate ragihandin ku agir bi keştiyeke li bendergehê ketiye, lê belê nehate zanîn ku rêwît di keştiyê de hebûn an na.