Li Zurîh, Basel û Marsîlyayê ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin.

Li bajarê Zurîh û Baselê yên Swîsreyê û li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinek bi kanala televîzyonê ya RTS’ê hate kirin. Di hevdîtinê de dosyeyeke li ser tecrîdê pêşkêşî rayedarên RTS’ê hate kirin.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê li Parlementoya Kantona Baselê ji bo balkişandina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Dema ku rûniştina li meclîsê hate destpêkirin bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. Komek parlementeran pêşwaziya çalakgeran kirin û çalakgeran dosyeya li ser rewşa Ocalan teslîmî parlementeran kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê Kurdistaniyan li pêşiya Nûnertiya Ewrûpayê çalakiya bêîtaetiya sivîl lidarxistin. Koma ku xwest têkeve hundir, polîsan ew asteng kirin.

Girseyê piştre li pêşiya nûnertiyê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xist.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên PKK’ê hatin hildan. Li ser navê çalakgeran dosyeyek radestî nûnertiyê hate kirin.