Li Yewnanîstanê erdheja bi şîdeta 6.8 pileyî

Li peravên girava Zante ya Yewnanîstanê bi şîdeta 6.8 pileyî erd hejiya.

Li gorî Enstîtuya Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS), erdhej bi 35 kîlometreyan li başûrê rojava yê gundê Lîthakîayê rû da ku li girava Zante ya Derya Iyonê ye. Saziya Çavdêriyê ya Atînayê jî ragihand, şîdeta erdhejê 6.4 pile ye.

Li gorî agahiyên destpêkê, erdhejê xisar li herêmê kir, tora elektrîkê ya li bajarê Zante qut bû û ji ber erd şemitî, xisar li rêyên herêmê bû.

Rayedaran gotin, xisar li malan nebûye. Lê belê çapemeniya xwecihî diyar kir ku zerareke giran gihaştiye kûleyeke Bîzansê ku ji sedsala 12'an maye.

Tîrmeha 2017'an li girava Kosê ya li Derya Egeyê bi şîdeta 6.7 pileyî erd hejiya bû û du kes miribûn, xisareke giran a madî li herêmê bûbû.

Îlona 1986'an li bajarê Kamalatayê bi şîdeta 6.2 pileyî erdhejiya bû û 20 kes miribûn. Erdheja sala 1953'an a li girava Zanteyê ku bi şîdeta 6.4'an rû da, bû sedem ku bi sedan kes bimirin û bi hezaran birîndar bibin. Wê wextê hema bêjin temamiya bajarê Zanteyê hilweşiyabû.