Li Yemenê lehî rabû: 24 kes winda ne

Li rojavayê Yemenê ji ber barana zêde lehî rabû. Hate ragihandin ku 24 kes winda bûn.

Li gorî polîsên Yemenê, li wîlayeta El Mahvît a di bin kontrola serhildêrên Hûsî de ye, şert û mercên nebaş ên hewayê bûn sedema hezazê û wergerîna tehtan.

Medya Hûsî jî diyar kir ku li herêma Melhanê, herî kêm 7 xanî hilweşiyan û 24 kes winda bûn. Rayedarên xwecihî di halê hazir de mirina kesekî ranegihandin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li vî welatî ku herêma herî xizan a Nîvgirava Ereb e, ji dawiya meah Tîrmehê û vir ve ji ber baran û lehiyê nêzî 60 kes mirin. Lehiyê bandor li 268 hezar kesî kir.

Tê payin ku mehên bê li herêmên navîn û rojavayê vî welatî baraneke zêde bibare.

Yemen deh sal in di nava şer de ye û parçe bûye. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji bo xurtkirina destewerdana lezgîn a li şert û mercên giran ên hewayê yên li Yemenê pêwîstî bi 4.9 milyon dolarî heye.