Li Yemenê hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 16’an

Li rojavayê Yemenê lêgerîna 20 kesên piştî karesata lehiyê winda bûbûn dewam dike. Hat ragihandin ku hejmara miriyan derket 16 kesan.

Berpirsekî xwecihî ku kanala televizyonê El Masîra ya girêdayî Hûsiyan e axivî, diyar kir ku li gundê El Mahvît ê ku di bin kontrola Husiyan de ye di nava 38 kesên winda de 16 jê endamên tîma parastina sivîl in.

Di nûçeyek berê de hatibû diyarkirin ku şeva Sêşemê li vê herêmê ji ber şemitîna erd û keviran gelek xanî hilweşiyan. Di encama karesatê de 12 kes mirin û 21 kes jî winda bûn. 

Alîkarê Serokwezîrê herêma di bin kontrola Hûsiyan de ye Mihemed el-Muftah ji el-Masira re got: "Riyên ji ber lehiyê girtîne çûna tîmên rizgarkirinê bi qasî çend saetan asteng kir.”

Alîkarê Serokwezîr destnîşan kir ku xebatên rizgarkirinê yên ku roja Çarşemê dest pê kirine, dewam dikin.

Barana dijwar a ku hefteya borî li rojavayê Yemenê bariya rê li ber karesata lehiyê vekir. Karesat bandor li herêma feqîr û her wiha li bajarê Hudeydê ya cîranê wê ye kir û xisareke mezin çêbû.

Yemen di nava welatên Nîvgirava Erebî de welatê herî feqîr e. Ji sala 2014’an vir ve ji ber pevçûnên di navbera îsyankarên ku Îranê piştgiriya wan dike û hikûmeta ku ji aliyê koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî tê piştgirîkirin ve hatiye parçekirin. 

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di dawiya Tîrmehê û 19’ê Tebaxê de ji ber barana demsalî nêzî 60 kes mirine û bandor li 268 hezar kesan kiriye.