Li Urdunê bîlançoya baranê giran dbe
Li Urdunê ji ber baranê rê hilweşiyan û bîlançoya baranê giran dibe, herî kêm 21 kes mirin.
Li Urdunê ji ber baranê rê hilweşiyan û bîlançoya baranê giran dibe, herî kêm 21 kes mirin.
Duh sibê li herêma Deryaya Mirî ya ku 50 kîlometre dikeve rojavayê paytext Ammanê ji ber barana zêde rêyek hilweşiya bû û otobusa xwendekaran qeza kirîbû. 37 xwendekar û 7 refakatçî di nava otobusê de bûn û tê ragihandin ku hejmara miriyan zêde bûye.
Li gorî malpera nûçeyan a înternetê Al Ghad piştî qezayê 21 zarokên ku temenê wan di navbera 11 û 13'an de, mirine. Bi giştî 35 kes jî birîndar in û li nexweşxaneyê tên tedawî kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî otobus ji ber barana zêde û hilweşîna rê qeza kir. Ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî helîkopter jî ketin tevgerê.
Li Urdunê roja Pênçşemê ji ber barana zêde li gelek herêman lêhî rabibû.