Li Toronto û Londrayê ji bo Şengalê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê û li Londrayê ya ku paytexta Brîtanyayê ye êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.

TORONTO

Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê girse li hev civiyan û qetilkirina Endamê Koordînasyona Şengalê, Zekî Şengalî şermezar kirin.

Bi pankart û belavokan hate xwestin ku bila qada hewayî were girtin û qetlîam bi dawî bibin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

LONDRA

Li Londrayê ya ku paytexta Brîtanyayê ye Kurd ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê îro çalakiyek li dar xistin.

Çalakî li pêşiya Pirtûkxaneya Woodgraenê hate lidarxistin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê qatil, ji Şengalê derkeve’, ‘Şengal ne bi tenê ye’, ‘Bijî serok Apo’ û ‘Bijî YBŞ’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.