Li Sûriyeyê teqîn û êrîşên çekdarî didomin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li deverên cuda yên Sûriyeyê di encama bûyerên tundiyê de herî kêm 19 sivîl û çekdar hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li deverên cuda yên Sûriyeyê di encama bûyerên tundiyê de herî kêm 19 sivîl û çekdar hatine kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 24 saetên dawîn de herî kêm 19 kes li deverên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.
SOHR’ê, da zanîn ku li Idlibê di kargeheke çêkirina cebilxaneyê ya komên biyanî (Tirkistan-Ozbek) ên di nava hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, teqînek rû da û herî kêm 10 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Siwêdan ê li rojhilatê Dêrazorê ji ber nakokiyên malbatî yên li ser erdekî şer derket, di encamê de ciwanek hat kuştin. Li gundê Cibrîn ê bajarê Hemayê jî teqînek rû da, di encamê de yek jê zarok, 3 kes hatin kuştin.
Her wiha SOHR’ê, ragihand ku li bejahiya Herîbşê yê li başûrê Dêrazorê ji ber teqîna mayîneke bermahiyên şer, ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Li Helebê jî jineke ciwan ku beriya mehekê di encama gulebarana bêserûber birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku li bajarokê Helfaya yê Şamê jî di encama gulebarana bêserûber de ciwanekî din hatiye kuştin.
Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Mehecê yê li bakurê Derayê jî çekdarên nenas derengiya şevê bi ser malekê de girt û ciwanek qetil kir.
SOHR’ê, eşkere kir ku li taxa Cebeleyê yê bajarokê Selqîn ê Idlibê jî di êrîşa çekdarên nenas de “cîhadîstekî Iraqî” hat kuştin.