Li Sûriyê 'aliyan' qebûl kirin ku dîsa li Cenevreyê kom bibin

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr Pedersen diyar kir ku aliyên şer ên Sûriyê qebûl kirine, heke krîza tendiristiyê rê bide, ew dîsa li Cenevreyê kom bibin.

Geîr Pedersen daxuyanî da çapemeniyê û got, "Heke rewşa pandemiyê rê bide qebûl kirine ku werin Cenevrê û li ser rojeva kombûna dema bê li hev kirine.'"

Pedersen aşkere nekir bê ka wê kengî li hev kom bibin, diyar kir kombûna Komîteya Destûrê ya Sûriyê nikare bi rêya vîdeokonferansê pêk bê.

Komîteya di behsê de bi giştî ji nûnerên hikûmeta Şamê û ji wan navan pêk tê ku NY'yê diyar kirine, her wiha nûnerên çeteyan ku dewleta Tirk ew weke 'muxalîf'an dane pêş jî di komîteyê de cih digirin.

Komîteya Destûrê cara pêşî payiza par li Cenevrê komî ser hev bûbûn. Heta niha ev kombûnên di bin banê NY'yê de ti encamek bi xwe re neanîne, tiştek ji wan çênebûye.