Li Sûdanê 3 çalakgerên din hatin kuştin

Li Sûdanê, di çalakiyên protestoyî yên dijî hikumetê de ku roja Pêncşemê pêk hatin, ji ber êrîşa hêzên dewletê 3 çalakger mirin.

Çalakiyên ku li dijî zêdebuna buhayê nan dest pê kirin, di demeke kin de veguherîn çalakiyên ji bo têkbirina rejîma Serokkomar Omer El Beşîr.

Ji organîzatorên çalakiyên roja Pêncşemê Komeleya Pîşeyî ya Sûdanê ragihand, di xwepêşandanên protestoyî de sê çalakger hatine kuştin. Komîteya Doktoran a ser bi komeleyê roja çalakiyê daxuyaniyek da û diyar kir, li paytext Hartûmê doktorek û zarokek bi çekê hatine kuştin.

Çalakger ber bi qesra Serokkomariyê ve meşiya bûn û bûbûn hedefa destwerdana tund a hêzên dewletê.

Çalakiyên protestoyî ku berî sê mehan dest pê kirin, ji 19'ê Kanûnê ve hema bêjin her roj pêk tên.

Rêxisina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûyê ragihandin, zarok û personelên tenduristiyê jî di nav de herî kêm 40 kes hatine kuştin. Li gorî bîlançoya fermî, heta roja Pêncşemê 24 kes mirin.