Li Stûttgartê ji bo Leyla Guven çalakî hate lidarxistin

Li Stûttgartê Kurd û dostên wan ji bo Leyla Guven çalakî lidarxistin û banga geşkirina têkoşînê kirin.

Li Rotebuhplatzê ya Stûttgartê ji bo Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye çalakî hate lidarxistin.

SKB, HDK, Alinterî, Yenî Kadin û ADKH ji bo balkişandina berxwedana Leyla Guven daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di çalakiyê de hate xwestin ku bila tecrîd were rakirin û bang li welatên Ewropayê hate kirin ên ku fînansmaniya şer dikin. Girseyê bal kişandin ser vî tiştî ku jiyana Leyla Guven di asteke krîtîk de ye.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin ku “Leyla Guven li hemberî êrîşên faşîzmê yên AKP û MHP’ê berxwedanê geştir dike û tê dîtin ku bi geşkirina berxwedanê encam dikare were stendin.”

Di çalakiyê banga meşê hate kirin a ku ew ê bi şîara “Deng bide Leyla Guven” were lidarxistin.