Li Stockholmê kongreya 7. a NCDK hat lidarxistin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Stockhomê, kongreya xwe ya 7. bi beşdariya zêdeyî sed Kurdistaniyan li paytexta Swêd Stockholmê lidar xist.

Nûnerên Komeleya Piştgiriyê, Komeleya Çanda Mezopotamyayê û Însiyatîfa Jinê jî beşdarî kongreyê bûn û dan xuyakirin, ku ew piştgiriyê didin Kurdan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Mehmet Tûnç hat nîşandan.

Piştî ku Ayşe Goktepe, Gaffûr Mûhammedî û Baz Qewm ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî. Kartal rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand işaret bi girîngiya referandûma li ser destûra bingehîn ji bo gelê Kurd û bindestan kir.

Kartal destnîşan kir, gelê Kurd ku bi xurtî Newroza îsal pîroz kir, peyameke xurt da dewleta Tirk, hêzên navneteweyî û Kurdên li kêleka AKP'ê cih digirin. Kartal got, sala 2017'an wê bibe saleke ji encamên girîng ên ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bibîr xist, hikumeta AKP'ê hewl dide hemû destketiyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê tine bike, pêşî li maf û statuya Kurdan bigire û destnîşan kir, gelekî girîng e ev rastî ji raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê re bê vegotin.

Kartal anî ziman, referandûm ji bo rabûna li ber polîtîkaya tinekirinê, zext û êrîşên AKP'ê, firsendeke di cih de ye û wiha dewam kir: "Girîng e em li nava malan bigerin û qala encamên destûra bingehîn a nû rê li ber veke, bikin. Ji bo ku em di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê NA bi ser bixînin û bi biharê re dest bi pêvajoyeke nû bikin, firsendek bi dest ketiye."

Kartal destnîşan kir, ku eger di referandûmê de dengê NA bi ser bikeve wê tifaqa Erdogan-Bahçelî ji hev bikeve.

Kartal bang li Kurdistaniyan û dostên wan ên li Swêdê kir, ku ji bo biserketina dengê NA, bi rengekî çalak bixebitin.

Piştî axaftina Kartal, rapora li ser kar û maliyeya salekê hat xwendin û nirxandin. Dûre delegeyan mafê axaftinê girtin û gotin, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, rêveberiya komeleyê bi xurtî dixebite û bi serketî ye.

Hat destnîşankirin, ku ji bo di dma pêş de kar bi heman performansê were meşandin, tevî hevserokan wezîfeyên girîng dibin para komîsyonan.

Dûre hilbijartina komîsyonan hatkirin û ji bo komîsyonên aborî, ciwan, malbatên şehîdan, parçeyçan, jin, edalet, spor, Kurdên Anatoliya Navîn, rêxistinbûn, çand û hunerê endam hatin hilbijartin. Adil Dûrmaz û Şukran Kara jî weke hevserok hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.