Li ser sînor zilm li penaberan tê kirin

Penaberên ku dewleta Tirk wan şandibû ser sînor, zilm li wan tê kirin.

Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji bo şantajê penaber şandibû ser sînor. Êrîşî van penaberan tê kirin.

Walîtiya Edîrneyê diyar kir ku Yewnanistanê êrîş kiriye û di vê êrîşê de penaberek hatiye kuştin. Walîtiyê diyar kir ku 6 kes birîndar bûne.

Berdevkê Hikumeta Yewnanistanê Stelyo Petsas jî diyar kir ku walîtiya Edîrneyê derewan dike û got: “Tiştekî wisa çênebûye. Hêzên Yewnanistanê fîşek li penaberan nereşandiye.”

Rojnameya Yewnananm Kathîmerînî îddîa kir ku li herêma tampon a ku penaber lê ne, polîsên Tirkiyeyê bombeyên gazê diavêje ser penaberan û dîmenên wê weşand.

Rojnameya To Ethnos a Yewnanistanê jî diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê roja Şemiyê 218 penaberên ku ji Tirkiyeyê ketine Yewnanistanê destgîr kiriye. Li gorî rojnameyê 26 hezar û 500 penaber jî dema xwestine bi rêyên ne qanûnî derbasî Yewnanistanê bibin, hatine astengkirin.