Li Rûsyayê serokê partiya çep hat binçavkirin

Serokê partiyeke çep a radîkal a Rûsyayê, di çarçoveya lêpirsîna "rewakirina terorê" de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Sergey Udaltsoyv ê 46 salî bi destekirina şerê Rûsyayê ya li dijî Ûkranyayê û piştgiriya polîtîkayên din ên ji aliyê Kremlînê ve tê meşandin, tê naskirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rîa Novostî ya dewletê, hate ragihandin ku li mala Udaltsoyv lêgerîn hatiye pêkanîn û ji bo lêpirsînê Udaltsoyv ji aliyê polîsan ve hatiye binçav kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, hate diyar kirin ku derbarê ‘rewakirina terorê’ de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Lê rayedaran derbarê Udaltsoyv de ku bi çi tê sûcdarkirin agahî neda.

Parêzerê Udaltsoyv Vîoletta Volkova ji RBC’yê re axivî û diyar kir ku lêpirsîn têkildarî ‘parvekirina li ser tevnên civakî’ ye.

Zextên ji bo tepisandina hemû dengên dijber ên li Rûsyayê ku bi salan e dewam dike, piştî destpêkirina êrîşa li Ûkraynayê dijwartir bû.

Bi hinceta ku serokê partiya eniya çep Sergey Udaltsov, li dijî Serokê Dewletê Vladîmî Pûtîn xwepêşandan birêxistin kiriye, di Tîrmeha 2014'an de cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û di Tebaxa 2017'an de hatibû berdan.