Li Rûsyayê li navendeke binçavkirinê DAÎŞ'iyan 2 wezîfedar dîl girtin

Hate ragihandin, ku li navendeke binçavkirinê ya li herêma Rostov a li Rûsyayê 2 wezîfedarên girtîgehê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hatin girtin.

Di daxuyaniya servîsên girtîgehan ên Rûsyayê de hate ragihandin ku li herêma Rostovê, li yek ji hucreyên navenda binçavkirinê ya bi hejmara 1'emîn, 2 wezîfedarên girtîgehê dîl hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo berdana dîlgirtiyan hevdîtin dewam dikin."

Li gorî çavkaniyekî emniyetê ku ajansa dewletê TASS'ê hevdîtin pê re kir, di nava kesên ku herdu wezîfedar dîl girtine de endamên DAÎŞ'ê hene ku wê bi sûcdariya 'terorîzmê' bêne darizandin.

Rûsya gelek caran dibe hedefa êrişên DAÎŞ'ê.

22'ê Adarê kesên çekdar li salona konserekê ya li nêzî Moskowayê li derdorê reşandibûn û 144 kes qetil kiribûn, bi sedan kes jî birîndar kiribûn.

Piştî demeke kurt çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrişê li xwe girtibûn.