Tê îdîakirin ku Îsraîl wê li malên rayedarên pilebilind ên Îranî bixe

Li gorî nûçeya Channel 14’yê İsraîlê di çarçoveya êrîşên xwe yên tolhilanînê de malên rayedarên pilebilind ên Îranî li lîsteya xwe zêde kirine.

Piştî êrîşên Îsraîlê, Îranê jî di 1’ê Cotemehê de 180 fûzeyên balîstîk avêtibûn Îsraîlê. 

Piştî vê êrîşa Îranê her du aliyan jî gefên mezin li hev xwaribûn. Di destpêkê de dihat payîn ku Îsraîl li tesîsên petrol û nûkleerê yên Îranê bixe. Lê belê piştî demeke kurt Îsraîlê ji DYE’yê re ragihand ku ew ê êrîşên xwe bi operasyonên leşkerî û hedefên îstîxbaratî sînordar bigire. 

Li gorî nûçeya Channel 14’yê ya medyaya Îsraîlê piştî êrîşa Îranê ya li dijî mala Serokwezîr Netanyahû Îsraîlê hedefên xwe yên êrîşên tolhilanînê diyar kirine û di nava wan hedefan de malên rayedarên Îranî yên pilebilind hene. 

Tevî Serokwezîr ne di bînaya ku hatî hedefgirtin de bû jî ev ‘’hewldana sûîqestê’’ weke xetayeke cidî pênase kiribû. 

Li gorî nûçeya Channel 14’yê plan êrîşê ji rayedaran re hatiye pêşkêşkirin û  wê derdoreke diyar di armanca êrîşan de be. 

Wê heya kêliya dawî jî haya pîlotên ku wê beşdarî operasyonan bibin, ji hedefên êrîşan nebe. 

Channel 14 dibêje ku sedemên derbasdar hene ku rejîma Îranê ji bo Alî Hamaney bi fikar bin.

Nûnertiya dîplomatîk ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îranê ya li New Yorkê ji Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres û ji Konseya Ewlehiyê ya Wezareta Swîsreyê re nameyek şand.

Di nameyê de tê ragihandin ku Serokê DYE’yê di 18 Cotmehê de li Berlînê di axaftineke xwe de daxuyaniyeke provokatîf daye û ew vê yekê bifikar dibînin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îsraîla ku li Şerîda Xezeyê li hemberî Hamasê û li Lubnanê jî li hemberî Hîzbûllahê şer dike, weke bersivdayîna êrîşên 1’ê Cotemehê li dijî Îranê gelek caran gef xwarin. Îranê jî êrîşa xwe ya 1’ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê weke bersiva kuştina Hasan Nasrallah ê serokê Hîzbûllahê û Îsmaîl Haniye yê serokê Hamasê ji raya giştî re ragihandibû.