Li Rûsyayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li Rûsyayê li gelek navendan Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Li Tambov, Saratov û Moskowê bi konsêran 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

TAMBOV

Li mala hunerê ya Mîlaremayê pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endamê KCK’ê Adil Coktar destpêkê axivî û êrîşa ser Şengalê ya 15’ê Tebaxê şermezar kir.

Cotkar got ew ê li têkoşîna Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Êzîdiyan Zekî Şengalî xwedî derkevin û bi teqezî hesabê vê were pirsin.

SARATOV

Li Saratovê, li hêwana çandê ya navçeya Dergaçî 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.

Destpêkê Serokê Otonomiya Kurd a Saratovê Yakûm Hamîdov hate kirin.

Hamîdov êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û got armanca dijminên Kurdan ku 15’ê Tebaxê êrîş birin ser Şengalê ew e ku roja cejnê ya ku ji bo Kurdan pîroz e bikin roja şîn û êşê.

Hamîdov her wiha got Kurd ti caran wê nehêlin ku vê cejna vejînê tarî bikin.

MOSKOVA

Li Moskowê jî Kurdan li Mala Çandê ya Lunaçarskî 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Bername bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û nûnerê Rojava û Bakurê Sûriyê yê Rûsyayê Reşat Bênav axivî.

Bênav got Kurd di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de têkoşîna xwe bi rengekî xurt didomînin û wiha pê de çû: ‘’Destkeftiyên Kurdistanê û Kurdan berdewam gava ku fermandarê mezin Egîd e.’’

Bênav got dijminên Kurdan hewl didin ku komploya navnetewî bidomînin û mînaka vê ya berbiçav êrîşa suîkastê ya li Şengalê ye.

Bênav sond xwar ku ew ji bo bîranîna Zekî Şengalî ku di êrîşê de şehîd bûbû têkoşînê geştir bikin û got li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna Zekî didome.

Li sê navenda jî stranbêjan stran gotin.