Li Rûsya Spî bi sedan kes hatin binçavkirin
Li Rûsya Spî, nerazîbûna civakî ev demeke dirêj de dewam dike. Lê belê polîsan duh li paytext Mînskê bi tundî dest li xwepêşandanan werdan û bi sedan kes binçav kirin.
Li Rûsya Spî, nerazîbûna civakî ev demeke dirêj de dewam dike. Lê belê polîsan duh li paytext Mînskê bi tundî dest li xwepêşandanan werdan û bi sedan kes binçav kirin.
Di xwepêşandanên duh de, bihabûna şert û mercên jiyanê, bêkarî û asta bacê hatin şermezarkirin. Polîsan bi tundî dest li xwepêşandanên bi vê armancê hatin lidarxistin werdan. Bi sedan kes di xwepêşandanan de hatin binçavkirin, lê rayedaran di vê der barê de agahî nedan. Saziyeke mafên mirovan a bi navê Vîasna daxuyaniyek da AFP'ê û diyar kir, bi qasî hezar kes hatine binçavkirin.
Destwerdana polîsan a li van xwepêşandanên ku li dijî Serokdewlet Aleksander Lûkaşenko hatin lidarxistin, rê li ber nerazîbûna Yekîtiya Ewropayê jî vekir. Di daxuyaniya yekîtiyê de hat xwestin, mirovên hatine girtin tavilê bên berdan.
Li aliyê din, yek ji mûxalîfên rejîmê helbestvan Vladîmîr Neklîayev, dema diket nava welêt li ser sînorê Polonyayê hat binçavkirin. Hat ragihandin, Neklîayev ji bo li paytext Mînskê di xwepêşandana protestoyî de baxive, bi rêya trenê dihat welêt.
Li gorî hin çavkaniyan, li paytext Mînskê û bajarê Gomel ê li başûrrojhilatê welêt, gelek rojnamevan jî hatine binçavkirin.
Aleksander Lûkaşenko di sala 1994'an de bû serok û di hilbijartinên dawî yên sala 2015'an de jî ji bo cara 5. ji heman wezîfeyê re hat hilbijartin. Li Rûsya Spî ku li gorî cîranên xwe welatekî xizan e, Lûkaşenko tê rexnekirin ku bi rengekî otorîter welêt bi rê ve dibe.