Li Qabûlê êrîşa ser pîrozbahiya  Newrozê: 6 kes mirin

Li paytexta Efganîstanê Qabûlê dema pîrozbahiya  Newrozê bi êrîşên obûsan bi kêmanî 6 kes mirin.

Li Qabûlê spêdeyê li taxa Karte Sakhî 3 teqîn çêbûn. Bi obûsan êrîş birin ser girseya ku Newroz pîroz dikirin û di encamê de bi kêmanî 6 kes mirin û 20 kes birîndar bûn. Li gorî hin jêderkan yek ji obûsan li pişt Wezareta Çandiniyê ket.

Li taxa ku bûyî hedefa êrîşan cejna Newrozê dihate pîrozkirin. Bi dehan kes, ku piraniya wan malbat bûn li taxê komî ser hev bûbûn. Polîsên     Qabûlê gotin teqîn li dûrî qada pîrozbahiyê çêbûn. Polîsan her wiha diyar kirin mayinek hatiye bêbandorkirin, lê dikolin bê ka mayinên din hene yan na.

Par jî çeteyên DAÎŞ'ê li heman taxê êrîşek biribûn ser mozeleya Şiîyan, 33 kes miribûn.

Pîrozbahiyên Newrozê bi taybetî ji hêla muhafezakarên radîkal ve têne rexnekirin û dikine hedef.

Li gel vê jî li tevahiya welêt gelek festîvalên Newrozê hatin organîzekirin. Serokkomar Eşref Ganî jî tevlî pîrozbahiyên li Mazar-î Şerîf bûn. Ganî li mizgefê axivî û got, ''Gel bila xwe tevlî hişyarbûna aştiyê ya cara 1398'an bike.''