Li pişt êrîşa sîber a li ser lengergeha Îranê Israîl heye?

Li Şehîd Recaî ku lengergeheke stratejîk a Îranê ye, 9'ê Gulanê kompîtirên ku çûnhatina keştî, qemyonan û veguhazstina bar kontrol dike bi carekê re rawestiye, bi kîlometroyan li pey hev rêz bûn û vê bi rojan domand.

Li gorî rojnameya Washîngton Postê Israîlê li dijî tesîseke lehengergehê ya Îranê êrîşeke sîber anî, bû sedema kaosê.

Rojnameyê ragihand ev êrîş dibe ku bersivek be li dijî êrîşa Îranê ku beriya bi demeke nêz birîbû ser binesaziya hîdrolîk a Isarîlê.

Di nûçeyê de raporeke ku xwe spartiye ser rayedarên Emerîkî û biyanî amaje pê dike, dibe ku li pişt êrîşa sîber a 9'ê Gulanê ya li Bender Abbas a ku termînala Şehid Recaî bi rengekî tund û neyê vegotin rawestandî, Israîl hebe.

Rojnameyê got, ''Kompîtirên ku çûnûhatine keştî û qemyonan û veguhazstina bar kontrol dike bi carekê re sekinîn.''

Di eynî nûçeyê de bi wêneyên ku ji peykê hatine girtin nîşan dide ku li ser xeta ku diçe lengergehê bi kîlometroyan rêz çêbibe û keştî ji bo ku barê xwe deynin bi rojan rawestiyane.

Îranê êrîş qebûl kiribû lê gotibû kompîtir ji bo demeke kurt sekinîne. Lê tê diyarkirin ziyana ku gihayî ser Îranê pir giran e.