Li peravên Okyanûsa Pasîfîkê, barana ji ber El Nînô dibare rê li ber rabûna lehiyê û şemitîna axê vekir. Heta niha 85 kesî ji ber van karesatan jiyana xwe ji dest dane. Fikar hene ku ev hejmar zêde bibe.
Hat ragihandin, karesatên lehiyê ku yekse bandorê li zêdeyî 670 hezar kesî dikin, hê didomin. Barana çend roj berê bariya, ji yên beriya niha gelekî zêdetir bû. Rayedaran gotin, barana li herêmên Pîûra û Tûmbes ên li bakurê welêt bariya, barana herî dijwar a 18 salên dawî bû.
Li hin deveran, 192 lître li metreçargoşeyekê bariya. Li bajarê Sûllanayê, gelek mirovên ji ber rabûna lehiyê asê man, bi alîkariya helîkopteran hatin rizgarkirin.
Tevî rabûna lehiyê, ji ber pêlên ne normal 23 bendergehên li gelemperiya welêt hatin girtin. Gelek welatan alîkarî dan Perûyê.
Tê texmînkirin, bûyerên ne normal ên xwezayî yên ji ber El Nîno rû didin, heta nava meha Nîsanê bidome.