Li Perpîgnanê 150 hezaran Katalan ji bo 'serxwebûn'ê kom bûn

Li bajarê Perpîgnanê ya Fransayê derdora 150 hezar Katalanî pêşwazî li lîderê li mişextiyê Carles Puîgdemont kir. Puîgdemont xwestibû ku ji bo serxwebûnê têkoşîn bidome.

Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Carles Puîgdemont ku li Belçîkayê li miştextiyê dijî, li Perpîgnanê ya Fransayê bi welatên xwe re hate cem hev. Bi deh hezaran kes sînor derbas kirin û li Perpîgnanê hatin cem hev. Li gorî organîzatoran 150 hezar kes tevlî mîtîngê bûn.

Puîgdemond ê ku di mîtîngê de axivî got, ''Divê em kêmasiyan, gumanan, qelsiyan li pey xwe bihêlin û ji bo têkoşîna dawî xwe hazir bikin.'' Perpîgnan li ser sînorê Spanyaê ye. Katalan vê herêmê weke paytexta ''Katalonyaya Bakur'' dibînin.

1'ê Cotmeha 2017'an rêveberiya Spanyayê ku encama referandûmê ya serxwebûnê nas nekirî, rêveberiya xweser a Katalonyayê û saziyên wê fesh kiribû. Di hilbijartina piştî vê de jî alîgirên serxwebûnê li parlamentoya herêmî piraniya kursiyan standibûn.

Serokê berê yê Katalonyayê ya wê demê Carles Puîgdemont îltîcayî Berlçîkayê kir, gelek wezîr jî di nav de, gelek rêveberên Katalan hatibûn girtin. Herî dawî 14'ê Cotmehê cezayê giran li 9 rêveberê Katalan hatibû birîn.