Li peravên Yewnanistanê trajediyeke din

Hat ragihandin ku li peravên girava Mîdîllîyê ya Yewnanistanê ya li Behra Egeyê di encama noqbûna keştiya koçberan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya polêsên ewlehiya peravê yên Yewnanistanê, keştiyeke koçberan ku ji Tirkiyeyê bi rê ketiye, ji ber bayê xurt derketiye perava Agîos Georgîosa li rojhilatê Mîdîllîyê. 

Li gorî bûroya çapemeniyê ya ewlehiya peravê, 18 koçberan xwe gihandine peravê û li nêzîkî peravê jî termê du kesan hatiye dîtin.

Li gorî koçberan di keştiyê de 36 kes hebûne. Rayedaran ragihand ku xebatên lêgerînê yên ji bo 16 kesên winda berdewam dikin.

Hat ragihandin ku li Yewnanistanê ji ber nebaşbûna şert û mercên hewayê rêwîtiya behrê hatiye qedexekirin û keştiyên dewriyeyê yên ewlekariya peravê nikarîn xebatên lêgerînê bikin.

Girava Mîdîlliyê weke giravên din ên li rojhilatê Behra Egeyê ji bo koçberan deriyek e ku koçber xwe digihînin welatên Ewropayê.

Bi alîkariya Frontexa ku sînorên derve yên Ewropayê diparêze û tevî operasyonên rizgarkirinê yên Yûnanistanê jî her sal gelek koçber di rêwîtiya behran de jiyana xwe ji dest didin.

Yek ji qezayên herî mezin di 14’ê Hezîranê de bi noqbûna keştiyeke biçûk ku ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve diçû, li peravên nîvgirava Morayê pêk hat. Piştî vê bûyerê tenê termê 82 kesan hate dîtin û 750 kes jî di nava behrê de winda bûn. Rêxistinên sivîl têkildarî midaxeleya dereng û kêm bertekên xwe nîşanî rayedarên Yewnanistanê dabûn. Yewnanistan gelek caran bi helwesta xwe ya nemirovî ya li dijî koçberan derdikeve pêş.