Li Pakistanê trên û otobos li hev qelibîn: 18 mirî

Li eyaleta Sindê ya Pakistanê otobos û trênek li hev qelibîn û bi kêmanî 18 kes mirin, 55 kes birîndar bûn.

Li bajarokê Sukkurê li cihekî ku kontrol nebû qeza çêbû û di qezayê de otobos ji hev bû du qet. Jora otobosê ji şasiyê qut bû, banê wê yê şîn bi serê lokomotîfê ve ma.

Yek ji berpirsê Saziya Rêya Şivî yê Pakistanê Tarik Kolaşî got, piraniya kesên ku mirin û birîndar bûne, rêwiyên otobosê ne.

Alîkarê berpirsê îdarî yê bajarokê Sukkurê Rana Adeel got 18 kes mirine, 55 kes birîndar bûne û got, ''Dibe ku hijmara miriyan zêdetir bibe, rewşa hinan jê giran e.''

Li Pakistanê qezayên rêva şivê pir çêdibin. Tora berfireh a rêya şivî ku ji mêtingeriya Ingilîza maye, pir nayê nûjenkirin. Bi taybetî ji bo gendelî, rêbazên nelirê û veberhênana kêm, rewşa rêya şivî ne baş e.