Li Nîjeryayê êrîşî camiyê hate kirin: 8 kes mirin
Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê li camiyekê êrîşeke xwekuj hate lidarxistin û hate ragihandin ku ji ber êrîşê 8 kes mirine.
Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê li camiyekê êrîşeke xwekuj hate lidarxistin û hate ragihandin ku ji ber êrîşê 8 kes mirine.
Teqîn li taxa Maînarî ya herêma Kondûga ya eyaleta Bornoyê pêk hat. Li gorî agahiyan saet di 05.15’an de êrîşkarek di dema îbadetê de ketiye hundirê camiyê û bombeyên ku berê li xwe pêçandibû di camiyê de teqandiye. Hate diyarkirin ku di vê êrîşê de 8 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne.
Li eyaleta Bornoyê Boko Haram rabûbû. Li Nîjeryayê êrîşên li dijî sivîlan bêtir ji aliyê çeteyên Boko Haram tê kirin.
Çeteyên Boko Haram, li hemû welatên derdora Gola Çadê zarokên keç direvîne û êrîşên giran pêk tîne. Kamerûn, Nîjer, Nîjerya û Çad li dijî çeteyên Boko Haram şer dikin.