Li Nîjeryayê di êrîşa bombeyî de 14 kes mirin
Li eyaleta Adamawa ya li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê, ji ber êrîşeke bombeyî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Adamawa ya li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê, ji ber êrîşeke bombeyî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çapemeniya Nîjeryayê, êrîşa bombeyî ya xwekuj li bajarê Madagalî rû daye û 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, 29 kes jî birîndar bûne.
Heta niha ti rêxistinê ev çalakî li xwe negirtiye. Tê gotin ku pêkane ev êrîş ji aliyê Boko Haramê ve hatibe kirin.
Piştî êrîşê gelek xanî hatin şewitandin. Şêniyên Sabon Garî û Kafîn Haûsa yên li nêzî bajarê Magadalî herêmê diterikînin.