Li Meksîkayê şerê li ser zeviyan: 13 kes mirin

Li Meksîkayê, li ser zeviyan şer derket û herî kêm 13 kes mirin.

Li eyaleta Oaxaca ya li başûrê Meksîkayê, di navbera cotkaran de şerê çekdarî derket û gelek kes mirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, cotkarên li komuna Santa Marîa Ecatepecê bûn hedefa êrîşa çekdarên ji herêmeke din. Di bûyerê de herî kêm 13 cotkar mirin, herî kêm kesek jî winda bû.

Li Oaxacayê ku yek ji eylaetên herî xizan ên Meksîkayê ye, şerê bi vî rengî timî rû dide. Sala 2002'an li bajarokê bi navê Santîago Xochîxtepecê, li ser zeviyan dîsa şer derketibû û 26 kes miribûn.

Destpêka vê mehê di navbera şêniyên Santa Marîa Ecatepecê û San Lûcas Ixcotepecê de şer derketibû û 3 kes miribûn.