Li Koreya Bakur fuzeya balîstîk hat ceribandin

Artêşa Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur roja Yekşemê fuzeyek balîstîk avêtiye.

Di daxuyaniya Serfermandariya Koreya Başûr de qala herêma ku weke Derya Japonyayê jî tê zanîn kir û got, "Koreya Bakur fuzeya balîstîk a ku navê wê nehatiye diyarkirin avête Derya Rojhilat."

Ewlekariya peravê ya Japon li gorî agahiyên ku dispêre Wezareta Parastinê ya welêt, ragihand ku 'Tiştek ku ji Koreya Bakur hat avêtin îhtimal e ku fuzeya balîstîk be' û ji keştiyan xwest ku baldar bin.

Koreya Bakur herî dawî di 18’ê Kanûnê de fuzeya xwe ya herî pêşketî ya Hwasong-18 bi tîpa ICBM’ê avêtibû Derya Japonyayê.

Di destpêka meha Çileyê de Koreya Bakur, li peravên rojava yên li nêzî giravên Koreya Başûr ku ji bo sivîlan banga stargehê lê tê kirin, bi bikaranîna cebilxaneya rastîn, tetbîqata topan kiribû.

Serokê Koreya Bakur Kîm Jong Un roja Çarşemê, Koreya Başûr weke 'dijminê sereke' yê welêt binav kiribû. Kîm Jong Un ji Koreya Başûr re got, "Di dawiyê de kêliya dîrokî hatiye ku, em weke dewleta herî dijminane pênase bikin."

Li gorî analîstan, ev şîrove nîşaneya guhertineke polîtîkaya Koreya Bakur e û destnîşan dikin ku Pyongyang wê di dema pêş de helwesteke tundtir nîşan bide.

Sala borî, Koreya Bakur di destûra xwe de statuya hêza nukleerî ava kiribû û bi binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî re gelek fuzeyên balîstîk ên navbera parzemînan avêtibû.