Li Kongoyê karesata kolerayê: 871 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara mirovên ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 871 kesî.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara mirovên ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 871 kesî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Komara Demokratîk a Kongoyê de hat gotin, "Ji meha Çileyê û vir ve 44 hezar nexweşên bi gumana bi şewba kolera ketine hatine tespîtkirin û 871 ji van jiyana xwe ji dest dane." Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dibe ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dabin zêde bibe.
Wezaretê bi bîr xist ku sala 1994'an li bajarê Gomayê bi qasî 60 hezar kesî ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dabûn û ji bo careke din ev karesat rû nede divê nuqteyên destwerdana lezgîn bên avakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, li herêma Kasaî ku li navenda welêt e şewb bi lez belav dibe û di nava hefteyekê de li herêma navborî 600 nexweşên nû bi şewba kolera ketine hatine tespîtkirin.
Radyoya Okapî ya Neteweyên Yekbûyî ku li vî welatî weşanê dike, hefteya bihurî dabû xuyakirin ku 771 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane û bi qasî 40 hezar nexweşên bi gumana bi şewba kolera ketine, hene.
Li gorî rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), kêmasiya hîjyen û nebûna ava paqij a vexwarinê rê li ber rûdana şewba kolera vedikin.