Li Kolombiyayê êrîşên li parêzvanên mafên mirovan zêde bûn

Li Kolombiyayê, ji Peymana Aştiyê ya 2016'an û vir ve ku di navbera FARC û dewletê de hate îmzekirin û şer qedand, her sê rojan carekê êrîşeke çekdarî li parêzvanên mafên mirovan tê kirin.

Li welatên Latîn Amerîkayê, êrîşên li parêzvanên mafên mirovan salên dawî zêde bûn. Sala 2017'an li gorî sala 2016'an bi rêjeya 85 ji sedî êrîş zêde bûn. Êrîş herî zêde li Kolombiyayê rû didin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, li Kolombiyayê ji sala 2016'an heta 15'ê Adara 2018'an, 259 parêzvanên mafên mirovan ji ber êrîşên çekdarî mirin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên Kolombiyay^jî ragihandin ku 285 aktîvîst û 63 gerîlayên berê hatin kuştin.

Ev êrîş bi giranî li herêma ku berê di kontrola FARC'ê de bûn tên kirin. Li gorî pisporan, êrîş ji ber serdemên dema şer rû didin. Du ji sê aktîvîstên bûn hedef, bi saziyên nku mafên gelên xwecihî diparêzin re têkiliya xwe hebûn û li dij derdiketin ku qadên jiyanê yên gelên xwecihî ji şîrketên mezin re bên vekirin.

Neteweyên Yekbûyî der barê cînayetên ku dema dawî zêde bû hişyarî da hikumeta Kolombiyayê û diyar kir, nedîtina berpirsyarên êrîşan û xemsariya mekanîzmaya dadgeriyê, dike ku şîdet zêde bibe.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet bal kişand ser mijarê û xwest pêşî li bûyerên şîdetê were girtin.