Li Iraqê li dijî baregeha DYE êrîşa bi fuzeyên balîstîk pêk hat

Fermandariya DYE’yê ya Rojhilata Navîn (Centcom) ragihand ku roja Şemiyê li dijî baregeha DYE’yê ya li Iraqê êrîşa bi fuzeyên balîstîk pêk hatiye û leşkerek Iraqê birîndar bûye û dibe ku leşkerên DYE’ê jî yê birîndar hebin.

Centcom, li ser hesabê xwe yê medya civakî got, "Roja 20'ê Çileyê li gorî dema Bexdayê saet dora 16:30'î, şervanên alîgirê Îranê bi fuzeyên balîstîk û rokêtan êrîş li dijî baregeha hewayî ya El Esad a li rojavayê Iraqê kirin.

Fermandariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) diyar kir ku 'leşkerekî Iraqî birîndar bûye' û 'nirxandinên li ser birînên mejî yên travmatîk ên çend personelan’ dewam dikin.

Li gorî heman çavkaniyê, piraniya fuzeyan ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine astengkirin.

Berî niha rayedarekî polîsê Iraqê û leşkerekî DYE’yê ragihandibû ku roja Şemiyê nêzîkî deh fuzeyan li dijî baregeha leşkerî ya Eyn El Esed ya li rojavayê Iraqê hatine avêtin ku leşkerên Emerîkî û yekîneyên din yên hevalbendiya navnetewî lê bûn.

Ji nîvê meha Cotmehê û vir ve bi dehan êrîş li dijî koalisyon pêk hatiye. Ev êrîşa dawî jî koma bi navê "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" girt ser xwe. 

Li dijî êrîşan Washîngtonê gelek caran çalakiyên tol rakirinê pêk anî. Li Iraqê 2 hezar û 500 û li Sûriyeyê jî nêzî 900 leşker DYE’yê hene.

Roja Şemiyê êrîşên çekdarî, li paşperdeya plana nakokiyên herêmî de pêk hat, ku di van nakokiyên herêmî de şerê li Xezeyê yê di navber Hamas û mutefîkê DYE'yê Îsraîl de destpê kir.

Her wiha roja Şemiyê pênc endamên Hêzên Parastina Şoreşa Îslamî ya Îranê di êrîşekê de li Şamê hatin kuştin, di vê êrîşê de Tehranê Îsraîlê sûcdar kir û gefa tol rakirinê xwar.

Êvara 15'ê Çileyê roja Duşemê Îranê, bi îdîaya dijberiya xwe ya li hemberî Îsraîlê, bi fuzeyên balîstîk li Başûrê Kurdistanê xist û di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedarekî parastinê yê DYE'yê di navbeyna 17'ê Cotmehê û 17'ê Çileyê de herî kêm 140 êrîşên bi balafirên bêmirov û fuzeyên balîstîk ên bi menzîla kurt li dijî koalîsyona navnetewî li Iraq û Sûriyê pêk hatine.