'Ji bo Abdullah Ocalan divê rewşeke azad bê afirandin'

Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku divê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk were û got, "Muxatab Birêz Ocalan e. Ji bo vê jî divê şert û mercên azadiya wî bêne afirandin."

AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN RE

Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd 'sembola cemaweriyê' ye û diyar kir ku dewleta Tirk ev realîte berevajî kiriye û tecrîdê ferz dike.

38 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Di nava vê demê de 538 serlêdanên ji bo hevdîtinê hatin kirin bê encam man. Parêzer Cemal Demîr ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li Îmraliyê tecrîdeke gelê tê ferzkirin ku mînaka wê li cîhanê nîne. Cemal Demîr got, "Her wiha mafên ragihandin, nameyan û mafên xwe yên din jî ji her alî ve têne binpêkirin. Ti carî ev maf li gorî qanûnan bi cih nehatine anîn. Astengkirina hevdîtinan salên destpêkê bi hinceta 'rewşa nebaş a hewayê, xerabûna keştiyê' dihate kirin, piştre jî hinceta 'cezayên dîsîplînê' hatin nîşandan. Van salên dawî êdî pêwîstiyê pê nabînin ku hincetekê jî nîşan bidin."

REALÎTEYÊ BEREVAJÎ DIKIN

Demîr bi bîr xist ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye muxatabê siyasî û got, "Bi milyonan mirovên Kurd ew weke îradeya xwe ya siyasî ji cîhanê re ragihandin. Di rewşeke bi vî rengî de Birêz Abdullah Ocalan bû 'sembola cemaweriyê' ya gelê Kurd. Dewleta Tirk ev realîte berevajî kir, hiqûqa gerdûnî binpê kir û tecrîdeke li dijî mirovahiyê ferz kir. Têkiliya wî ya bi cîhana derve re bi temamî ji holê rakir. Li aliyê din çareseriya siyasî, aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd li aliyekî, dewleta Tirk giranî da ser şer û hilweşînê. Li Rojhilata Navîn û çar parçeyên kurdistanê şer û dagirkerî belav kir û gefê li aştiya cîhanê dixwe."

DIVÊ REWŞEKE AZADIYÊ BÊ AFIRANDIN

Demîr got, "Pêvajoya dîrokî careke din nîşan daye ku çareseriya demokratîk a meseleya Kurd şert e" û wiha dewam kir, "Ev xusûs di berpirsyariya neteweyan û sîstema cîhanê de ye. Neheqiya ku beriya 100 salî hate kirin divê ji holê bê rakirin. Muxatabê çareseriya meseleyê jî bi navê gelê Kurd Birêz Ocalan e. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin û rewşeke azadiyê bê afirandin. Lewma çalakiyên ku li dijî tecrîdê têne kirin gelekî girîng in."