Li Iraqê di xwepêşandanê de kesek mir

Li Iraqê xwepêşandana li hemberî hikumetê dîsa dest pê kir. Di xwepêşandanan de kesek mir.

Bexda ya ku paytexta Iraqê ye jî tê de, li bajarên Necef, Kerbela, Basra, Mûsenna, Mîssan, Zîkkar, Dîvaniye û Nasiriyê di 1’ê Cotmehê de xwepêşandan hatibû lidarxistin. Ev xwepêşandan kete meha 6’an.

Di 29’ê Mijdarê de Serokwezîr Adil Abdulmehdî îstîfa kiribû û li şûna wî Muhammed Tevfîk Allavî hatibû peywirdarkirin.

Allavî dema ku nû hatibû peywirdarkirin diyar kiribû ew piştgiriyê dide xwepêşandêran. Ligel vî tiştî jî xwepêşander li dijî peywirdarkirina Allavî derketin.

XWEPÊŞANDEREK MIR

Xwepêşanderan li Hillah, Tahrîn û Pira Sînekê ya Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê û polîsên federal jî mudaxeleyî xwepêşanderan kir. Hate diyarkirin ku di van şeran de xwepêşanderek miriye û 14 xwepêşander jî birîndar bûne.

Heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 500 kes mirine û nêzî 31 hezar xwepêşander jî birîndar bûne. 56 xwepêşander bi hinceta ku pêşengtiyê ji girseyan re dikin hatin kuştin. Ji roja ku xwepêşandanan dest pê kiriye û heta niha 26 kes jî hatine windakirin.