Li Hindistanê bi dehan kes di xwepêşandanan de mirin

Li paytexta Hindistanê Delhî ya Nû, di bûyerên tundiyê de yên navbera Hîndû û Misilmanan, bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 150 xwepêşandêr birîndar bûn.

Di xwepêşandanên dijî qanûna nû ya welatiyê de ku tê îdîakirin hikumetê Misilman li derve hiştiye, şer qewimî.

Di sibeha 25'ê Sibatê de di şer de ku tevahiya rojê dewam kir gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li taxên Delhî ya Nû yên bakur rojhilatê herêmê, ku piraniya şêniyên wê Misilman e, tevî keviran, şûr û çek jî hatin bikaranîn.

Li gorî medya Hindistanê, di bûyeran de gelek avahî, kargeh û wesayit hatin şewitandin û êriş li dijî rojnamevanan jî hate kirin.

Li gorî ajansa Trûst of Îndîa di bûyeran de 13 kesî jiyana xwe ji dest dan ku yek jê polîs e, zêdeyî 150 kes jî birîndar bûn.

Qanûna welatiyê ku bû cihê nîqaşê, welatîbûna penaberên ne Misilman hêsan dike. Vê yekê rê li ber nerazîbûna Misilmanên li welêt kir.

Li Hindistanê ku 80 ji sedî yê nifûsa xwe Hîndû ye, piştî vê pêşnûme qanûnê xwepêşandanên mezin hatin kirin.

Neteweperestê Hînt ê ku qanûn da amadekirin narendra Modî ji sala 2014'an ve serokwezîrê Hindistanê ye. Xwepêşandanên roja Sêşemê di demeke welê de hate kirin ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp serdana welêt kiribû.