Li Hindistan û Bangladeşê bagera Amphanê rabû

Bagera Amphanê ku li rojhilatê Hindistanê û Bangladeşê rabû, bû sedem ku ava deryayê bi kîlometreyan biherike nava qada bejahî. Bi milyonan mirov ji herêmê hatin veguhastin.

Beriya ku bager bigihêje herêmê 3 milyon mirov hatin veguhastin. Bager roja Çarşemê piştî nîvro gihîşt bajarê mezin ê Hindistanê Calcûttayê.

Bagera Amphanê piştre gihîşt Bangladeşê. Ava deryayê li peravan bi qasî 5 metreyan bilind bû û bi kîlometreyan herikî nava qada bejahî.

Li Bangladeşê ji ber bagerê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan ku yek jê zarok bû. Li eyaleta Bengal a Hindistanê jî ku paytexta xwe Calcûtta ye, 3 kes di binê darên qelibîn de man û jiyana xwe ji dest dan.

Li bajar û gundên li qiraxa deryayê elektrîk qut bûn û av li malan qewimîn. Rêveberê Bengal a rojava Mamata Banerjee got, "Rewş ji tirs û fikara ji pandemiya vîrûsa koronayê girantir e. Em nizanin ku çi bikin." Hate ragihandin ku gundên peravê yên eyaletê hema hema hemû xera bûn.

Li herêmên peravî yên Bangladeşê 2.4 milyon mirov hatin veguhastin, li rojhilatê Hindistanê jî zêdeyî 650 hezar kes hatin veguhastin.

Amphan di kategoriya 'Bagera super' de ye. Bagera ku dawiya hefteyê li nava deryayê rabû, hêza xwe digihêje heta saetê 200 û 240 kîlometreyî.