Li gorî Pompeo DYE herêmeke tampon dixwaze

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo diyar kir ku derbarê ‘herêma tampon’ hevdîtina bi hemû aliyan re didome.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo piştî serdana Riyadê daxuyanî da û got ku, “Kesên ku bi me re li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, em dixwazin ewlehiya wan mîsoger bikin.”

Pompeo got ku, “Li ser sînor em metodolojiya ji bo herdu aliyan dixebitin.”

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo bal kişand ser vî tiştî ku “Ew ji bo hemû aliyan sînorekî ewler û bêyî şîddet dixwazin.”

Serokê DYE’yê Donald Trûmp roja Yekşemê ji bo avakirina qadeke ewlehiyê ya 30 kîlometre ya li Sûriyeyê bang kiribû lê derbarê wê tu gotinên zelal nekiribû.

Trûmp diyar kir ku heke Tirkiye li Kurdan bide, ew ê aboriya Tirkiyeyê hilweşînin û ji Kurdan jî xwestibû ku bila Enqereyê ‘provoke’ nekin.