Li gorî lêkolîneran, 150 carî mûtasyon li vîrûsa Korona bûye

Li gorî kovara Natîonal Scîence Revîew, vîrûsa Korona ya nû Covîd-19 ji dema li Çînê derketiye holê û vir ve 150 carî mûtasyon lê bûye û veguheriye du şêweyên bingehîn ên L û S.

Di lêkolîneke zanyarên Çînî de ku li kovara Natîonal Scîence Revîew hate weşandin, 150 carî mûtasyon li vîrûsa Korona bûye.

Zanyaran lêkolîn li ser vîrûsê kirin û 149 mûtasyon tespît kirin. Hate ragihandin ku piraniya wan jî di dema nêz de bûye. Lêkolîn nîşan dide ku vîrûsa Korona ji niha ve bi du awayî dabeş bûye: L (70 ji sedî) û S (30 ji sedî).

Zanyarên Çînî gotin, "Analîzma me nîşan dide ku cûreyê S dibe ku versiyona resen a SARS-CoV-2 be. Encamên lêkolînên me nîşan didin ku cûreyê L ji cûreyê S bêhtir êrişkar e."

Zanyaran diyar kirin ku cûreyê L bi giranî li Wûhanê di qonaxa destpêkê ya şewbê de hate dîtin, lê ji meha Çileyê ve kêm tê dîtin. Li gorî lêkolînê cûreyê L ê êrişkar zû belav dibe.

Lêkolîneran diyar kir ku tevî lêkolînên wan jî agahiyên bi dest xistine kêm in û pêwîstiya wan bi hîn bêhtir agahiyan hene.

Li gorî daneyên roja Çarşemê vîrûsa Korona li cîhanê bi 95 hezar û 120 kesî ketin. 3 hezar û 254 kesî jiyana xwe ji dest dan.