Li gelek bajarên Swîsreyê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin
15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li gelek bajarên Swîsreyê hate pîrozkirin.
15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li gelek bajarên Swîsreyê hate pîrozkirin.
Li bajarên Lozan, Cenevre, Bîel, St. Gallen, Lûzern, Aaraû, Lûgano û Baselê yê Swîsreyê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Bîel, Bern û Frîbûrg li Bîleyê; li Lûzernê jî li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk ji bo 15’ê Tebaxê çalakî hatin lidarxistin.
Li Lozanê jî li qada Le Mont Sûr Laûsanne Kurdistaniyên ji Cenevre, Basel, St. Gallen û Aarûyê hatibûn 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.