Li festîvala fîlman a Dûarnenezê qala têkoşîna Kurdan hate kirin

Li Festîvala Fîlman a Dûarnenezê ku yek ji festîvalên herî kevn ên li Fransayê ye, fîlmê li ser konfederalîzma demokratîk û têkoşîna jinên Kurd hate nîşandan û semînerek hate lidarxistin.

Di 41. Festîvala Fîlman a Dûarnenezê de li ser mijarên; konfederalîzma demokratîk û jinên Kurd semîner hate lidarxistin û fîlm hate nîşandan.

Festîvala fîlman ku wê heta dawiya hefteyê bidome, pêr dest pê kir. Bi pêşengiya Komeleya Dostaniya Kurdan a Brotanyayê di festîvalê de semînerek li ser konfederalîzma demokratîk û têkoşîna jinên Kurd organîze kir. Semînera destpêkê li ser mijara Jineolojiyê bû. Endamên Tevgera Jinên kurd li Fransayê tevlî semînera li salona MJC'ê bûn.

Aktîvîst Hazal Karakûş li semînerê axivî û işaret bi îdeolojiya rizgariya jinê û cihê jinên Kurd di şoreşa Rojava de kir.

Di festîvalê de fîlmê bi navê "Fille du deu-Keçên agir" ê derhêner Stepan Broton ku li Rojava kişandiye, hate nîşandan.

Di çarçoveya festîvalê de doh jî semînerek li ser mijara konfederalîzma demokratîk li salona MJC'ê hate dayin. Di semînerê de hate ragihandin ku konfederalîzma demokratîk garantiya hemû gel û baweriyan e.