Li Ewropayê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dewam dikin
Kurdistaniyan bi awayekî girseyî tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li bajarên Ewropayê bûn û li dijî kapîtalîzm, şer û faşîzmê peyama yekîtiyê dan.
Kurdistaniyan bi awayekî girseyî tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li bajarên Ewropayê bûn û li dijî kapîtalîzm, şer û faşîzmê peyama yekîtiyê dan.
Li gelek bajarên Ewropayê 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi çalakî û meşên girseyî hatin pîrozkirin. Kurdistaniyên ku bi kortejan tevlî pîrozbahiyan bûn, peyamên li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo dan.
LONDON
Li paytexta Îngilîstan Londonê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi hezaran kes di bin banê Piştevaniya Karkeran a Navneteweyî de bi banga rêxistintinên koçberan û sendîkayan li pêşiya Pirtûkxaneya Karl Marx a li Clerkenwell Greenê li hev civiyan.
Endamên rêxistinên Elewî, şoreşgerî-çep ên Kurdistan û Tirkiyeyê, komaleyên deverî, Meclîsa Gel a a Kurd û Tevgera Jinê ya Kurd jî tevlî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de ku Kurdan bi flamayên Rêber Apo cih girtin, pankarta ku gotina Rêber Apo ya “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” hat hilgirtin. Kurdistaniyên ku alên YPG, YPJ û wêneyên yek ji navên sembolîk ên Tevgera Jinê ya Kurd şehîd Sara (Sakîne Cansiz) hilgirtin, li ber stranên Kurdî govendê gerandin. Kurdan gelek caran dirûşmeyên "Long live Leader Öcalan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berzkirin.
Rêxistinên Elewî yên ku tevlî pîrozbahiyê bûn, bal kişandin ser komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê û rêxistinên sosyalîst ên çep jî daxwaza xwe ya perwerdehiya bêmûçe ya ji bo her kesî anîn ser ziman. Wekî her sal îsal jî li dijî kedxwariya kedê, xirakirina ekolijîk, şer û tundiya ku kapîtalîzmê ava kiriye, îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar hate kirin.
Kedkarên ku li ber Pirtûkxaneya Karl Marks bi dans, govend, stran û tililiyên xwe li hev civiyan, ji vê derê ber bi Qada Trafalgar ve meşiyan. Meşa ku bi awayê kortejê, bi çepik û dirûşmeyan pêk hat. Piştre li Qada Trafalgar mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de li dijî kapîtalîzmê banga yekîtî û têkoşînê hat dayîn.
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi tevlîbûnekî girseyî hat pîrozkirin. Bi hezaran kes ji serê sibehê ve li Qada Kleberê li hev civiyan û bi daxwaza edaleta aborî, mafên civakî û başkirina şert û mercên xebatê meşek lidarxistin.
Bi hezaran kes bi sirûd û dirûşmeyan ji Qada Kleberê heta Place de la République meşiyan.
Çalakvanan di meşê de piştevaniya xwe ya li dijî kedxwariya kedê, şer û nîjadperestiyê nîşan kirin. Femînîstan li dijî desthilatdariya mêr û baviksalariyê banga têkoşînê kirin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê piştgirî da têkoşîna edaletê ya çîna karker a Ewropayê û xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo derket. Kurdistaniyên ku di bin pankarta “Bijî yek Gulan” de li hev civiyan, peyamên xwe yên demokrasî û piştevaniyê bi dirûşmeyên Kurdî û Fransî anîn ser ziman.
BIELEFELD
Bi hezaran kes ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê li ser banga Konfederasyona Sendîkayên Elman festîvala piştevaniyê lidarxistin.
Meş û festîvala Konfederasyona Sendîkayên Elman bi şîara “Zêdetir mûçe. Zêdetir demê vala. Zêdetir ewlehî” hat lidarxistin. Beşdaran di saetên sibehê de li Marktstraßeyê li hev civiyan û heta Parka Ravensberger meşiyan. Di parkê de mîtîng hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku tevlî meşê bûn, ji bo piştevaniya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo belavok belav kirin. Kurdistaniyên ku gelek caran di meşê de dirûşme berz kirin, govendê gerandin.
MAINZ
Li bajarê Mainz ê Elmanyayê bi beşdariya bi dehan sendîka û saziyan 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê hat pîrozkirin. Kurdistaniyan bi cil û bergên xwe yên gelêrî û neteweyî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de gelek peyam hatin xwendin. Di peyaman de îşaret bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo hat kirin û banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin.
Pîrozbahî bi govenda li ber stranê Kurdî bi dawî bû.
VIYANA
Bi hezaran kes li paytexta Awûstûrya Viyanayê û bajarên Graz, Bregenz, Linz û Innsbruckê 1’ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê pîroz kirin. Çalakiyên bii beşdariya karker, kedkar û komên çep-sosyalîst ên cûrbecûr hatin lidarxistin de peyamên yekîtî û hevgirtinê hatin dayîn.
Kurdên li Karlsplatzê kom bûn û bi alên YPG û YPJ’ê û pankartên wêneyên Rêber Apo li ser bûn tevlî meşê bûn û reng dan meşê.
Girse heta Votivkirche meşiyan, li wir gerandina govendê û çalakiyên cûrbecûr 1’ê Gulanê pîroz kirin.
FEYKOM û komên din li qadê stand danîn. Çalakî heta saetên êvarê dewam kir.
Li bajarên Graz, Bregenz, Linz û Innsbruckê jî 1’ê Gulanê bi coş hate pîrozkirin.
KOLN
Meşa 1'ê Gulanê li Kolnê ya Elmanyayê bi coş derbas bû. Bi hezaran kes beşdarî meşa ku ji aliyê sendîqayan ve hate lidarxistin bûn. Rêxistinên şoreşger "Korteja Sor" ava kirin. Korteja Sor ku li ser banga AGÎF, SKB, YS, ZORA, ATÎF, Yaşanacak Dunya, FKO (Federasyona Rêxistinên Têkoşîna Çînî), Arbeiterbund (Sendîkaya Karkeran) û Şoreşgerên Demokrasiyê kom bû, bi beşdariya xwe ya xurt û dirûşmeyan di çalakiyê de derket pêş.
Her wiha MLKP, KKO, KGO, Partizan, ADHK, KA (Avakirina Komunîst), Pride Rebellion, Komala û gelek rêxistinên çepgir ên şoreşger beşdarî meşa ku saet 12.00’an de hate lidarxistin, bûn.
Zêdetirî sedan çalakvan li pişt pankarta "Bijî 1’ê Gulanê" meşiyan û dirûşmeyên "Bijî şoreş û sosyalîzm", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Bijî hevgirtina navneteweyî” û “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” berz kirin.
Meş piştî mîtînga li Heumarktê bi dawî bû.
ULM
Federasyona Sendîkayên Elman (DGB) li seranserê Elmanyayê dirûşma "Mach dich stark mit uns! (Bi me re bi hêz bibe)” 1’ê Gulanê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşîna navneteweyî ya çîna karkeran bi coş pîroz kir.
Ji bilî sendîkayan, rêxistinên li Ulmê yên wekî ADHF, AGÎF, AKM, ATÎF, FED-GEL, çalakvanên DEM, DÎDF, Cultura, Navenda Çandê ya Tohum, AJK, Partiya SOL (TR), Umweltgewerkschaft, MLPD, InterBundnis, Die Linke, SPD, The Greens, Rebell, InterBündnis û gelek saziyên din 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin. Ciwan û jinan ên rêxistinan jî bi al û pankartên xwe cihê xwe li qadê girtin. Bi tevahî du hezar kes beşdarî meş û mîtîngê bûn.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên "Bijî 1’ê Gulanê", "Es lebe der 1. Mai!", "Bijî hevgirtina navneteweyî" û "Bijî şoreş û sosyalîzm" hatin berzkirin.
Gîrseya ku demekê li navenda bajêr meşiya, dîsa vegeriya li ber Aavahiya sendîkaya DGB’ê û li qadan Weinhofê mitîng li dar xist. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û stran hatin gotin.
Standên xwarin û agahdariyê yên li qada mîtîngê hatine danîn jî eleqeyek mezin dîtin.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên ku her sal li qada République tên lidarxistin îsal li Place d'Italie hat lidarxistin.
Pîrozbahiyên ku gelek partî û sendîkayên ji welatên cuda tevlî bûn, bi beşdariya zêde pêk hatin.
Kurd jî îsal di çarçoveya Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî de bi pêşengiya CDK-F’ê tevlî pîrozbahiyên îsal bûn. Pîrozbahî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Berpirsyara Têkîliyên Derve a CDK-F’ê Bêrîvan Firat û Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat bi Kurdî û Fransî axivîn. Axaftnavan bal kişandin ser girîngiya 1’ê Gulana îsal û ji bo demildest pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Piştî axaftinan girse bi coşekî mezin govendê gerand û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo, "Bijî 1'ê Gulanê" berz kir.
BRUKSEL
Li paytexta Bruksel Belçîkayê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê meş û mitîng hate lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li Qada Marie Janson a Saint Gillesê li hev civiyan, piştî ku nêzî 3 km meşiyan gihiştin Qada Jeu de Balle. Di dema meşê de tevî bikaranînîna gaz û provokasyona polîsan jî kortej nehatin xirakirin.
Kurdistanî û dostên wan bi rengên xwe beşdarî meşê bûn. Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşengiya TJK-E û Nav-Belê tevlî meşê bûn, flamayên Rêber Apo, alên PKK, YPG û YPJ’ê hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bijî 1 Gulan" hatin berzkirin. Piştî meşê li qada Jeu de Balle 1’ê Gulanê hat pîrozkirin.
OSLO
1’ê Gulanê Cejna Karkeran li gelek bajarên Norwecê bi meş û çalakiyên girseyî hate pîrozkirin. Li paytext Osloyê ji aliyê sendîqayên mezin LO ve bi dirûşmeya "Demokrasiyê xurt bikin - faşîzmê têk bibin" mîtîng û meşek hat lidarxistin.
Gelek sendîka, komên dij-faşîst, ekolojîst, rêxistinên jinan, komeleyên penaberan û gelek endamên rêxistinên demokratîk û şoreşger bi reng û alên xwe beşdarî mîtînga li Youngstorgetê bûn.
Nûnerên tevger, rêxistin û partiyên siyasî ydi mitîngê de axivîn û bertek nîşanî şerên ku li çar aliyên cîhanê belavbûne, dan.
Rêxistinên Kurd, PJAK û KJAR bi pêşengiya NCDK-OSLO’yê beşdarî pîrozbahiyê bûn, li dijî darvekirinên li Îranê stand danîn û belavok belav kirin.
Piştre meşeke girseyî hate lidarxistin. Kurd û dostên wan pankartên ku wêneyên Rêber Apo li ser bûn û alên PKK, KCK, PJAK, YJRK, YPG, YPJ û QSD'ê hilgirtin. Di meşê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bijî 1'ê Gulan" hatin berzkirin.
MUNIH
Li bajarê Munih ê Elmanyayê bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê meşek hat lidarxistin. Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça jî tevlî meşê bû. Di meşê de ku bi pêşengiya derdorên enternasyonalîst û sosyalîstên çep hat lidarxistin, gelê Kurd ê li Munihê jiyan dikin jî bi girseyî tevlî bûn.
Kurdistaniyan di tevahiya meşê de dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî” bi dengekî mezin anîn ser ziman û Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, bi awayekî bi coş hate pêşwazîkirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û azadiya Rêber Apo wekî daxwazên bingehîn derketin pêş.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê meşek hat lidarxistin. Ciwanên Kurdistanî jî tevlî meşê bûn. Meşa ku di saet 11:30’an de li Petra-Kelly-Platzê destpê kir, li Gostenhofê bi dawî bû. Ciwanên Kurdistanî li ber stranên xwe bi gerandina govendê û tilîliyan reng dan pîrozbahiyê.
FREIBURG
Meclîsa Jinê ya Nûda a Freiburgê di çarçoveya 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê de bi awayekî çalak beşdarî çalakiya li herêma xweser a Freiburgê bû. Meclîsê di çarçoveya çalakiyên ku tevahiya rojê dewam kir de standa agahdarkirin û xwarinê vekir. Meclîsê hem agahî da beşdaran hem jî piştevaniyê mezin kir. Di qada çalakiyê de bi belavkirina danezanan peyamên derbarê têkoşîna jinê de hatin dayîn.