Çalakiya nobedê ya ku bi armanca dabînkirina azadiya Rêber Apo û jiholêrakirina pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ji aliyê Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan ve tê lidarxistin, berdewam dike.
Nobed vê hefteyê ji aliyê welatiyên bi navê Mûrat Mûnzûr, Halîl Cankûrt û Haci Mehmet ên ji bajarê Bregenz ê Avûsturyayê hatine, hate dewrgirtin.
Berdevkê komê Mûrat Mûnzûr da zanîn ku nobeda li pêşiya bînaya Konseya Ewropayê di sala xwe ya 13’yan de berdewam dike û diyar kir ku wan li ser navê Komeleya Çandê ya Sara ya li bajarê Bregenzê nobed dewr girtiye.
Komê destnîşan kir ku ew dixwazin Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) li hemberî tecrîdê hesas bin û got: ‘’Li vir fedekarî û piştevaniyeke mezin heye.’’
Mûrat Mûnzûr bang li Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan kir ku çalakiyê xurttir bikin û diyar kir ku ew di heman demê de ji bo piştgirîdayîna xwedîlêderketina banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ li wir in.
Mûrat Mûnzûr herî dawiyê got: ‘’Em bang li dewletên eleqedar dikin ku xwedî li pêvajoya ji aliyê Rêbertî ve hatî pêşxistin derkevin û têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêngavan biavêjin.’’