BI DÎMEN

1’ê Gulanê li 50 navendên Swîsreyê bi coş hat pîrozkirin

1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê li 50 navendên Swîsreyê bi coş hat pîrozkirin. Di çalakiyê Zurihê de silavên Rêber Apo ji dostên enternasyonalîst û hemû kedkarên cîhanê re hat ragihandin.

1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê li ser banga Yekîtiya Sendîkayên Swîsreyê li 50 navendên cuda ên welat hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên Zurih, Basel û Solothurnê ku 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî tê pîrozkirin, di saetên siharê de hatin lidarxistin û gelên li kantonên din heta saetên êvarê derketin qadan. Rêxistinên Kurdistanî jî bi daxwaz û rengên xwe tevlî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate bibîrxistin û ji bo rawestandina bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bang li civaka navneteweyî hat kirin.

ZURÎH

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zuriîhê (Dem-Kurd), Partiya Sosyalîst (SP), Kesk (Grune), sendîkaya Zurîh Unia, sendîkaya Vpod, Radio Lora, sendîkayên karkeran ên li Swîsreyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, tevgerên femînîst û rêxistinên anarşîst û zêdetirî 60 rêxistinan 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Gelek kes di saetên serê sibê de li qada Uni Menos (Helvetiaplatz) kom bûn. Girseya ku demek dirêj li ber muzîkê govend gerand, derdora saet 10.30’an bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kir.
Komên anarşîst, ciwan û jinên ciwan carinan bi polîsan re şer kirin.

Di pîrozbahiya îsal de Rêber Apo yê ku 26 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîda giran de tê girtin, wekî axaftvanê sereke hatibû vexwendin.

Rêxistinên şoreşger ên Kurdistanî û Tirkiyeyî jî beşdarî meşê bûn. Kurdistaniyan posterê mezin ê Rêber Apo hilgirtin. Girseya ku gihîşt Sechseläutenplatzê, li wir mîtîng li dar xist. Li ser navê komîteyê daxuyaniya hevbeş hate xwendin. Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Ewropayê Mizgîn Ehmed beşdarî mîtîngê bû û axivî. Mizgîn Ehmed cejna beşdaran pîroz kir, silavên Rêber Apo ji dostên enternasyonalîst û hemû kedkarên cîhanê re ragihand.

Çalakiyên 1’ê Gulanê li Zurîhê wê li herêma Kesernarealê 3 rojan berdewam bikin.

BERN

Bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya navendî ku li paytext Bernê hat lidarxistin, li Qada Langgasse kom bûn û heta Parlamentoya Federal meşiyan. Di meşê de banga piştevaniyê li dijî polîtîkayên rastgirên tund û neoliberal hat kirin. Sendîkayên karkeran, partiyên siyasî, rêxistinên koçber û karkeran bi girseyî tevlî meşê bûn.

Di mîtînga li pêşiya Parlamentoyê hat lidarxistin de sendîka û hin siyasetmedar axivîn. Hate diyarkirin ku îro ku daxwazên ked, aştî û edaletê bilind bûne, bûye sembola pergalekî alternatîf ya li dijî kapîtalîzmê.

BELLINZONA

Pîrozbahiyên li bajarê Bellinzonayê li pêşiya stasyona trenê ya navendî destpê kir û bi meşê heta Parlamentoya Kantonê dewam kir. Kurdistaniyên ku tevl pîrozbahiyan bûn, pankarta ku gotina Rêber Apo “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” nivîsandîbû hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Em hemû PKK’ê ne”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Rojava” ve “Bijî 1 Gulan” hatin berzkirin. Di qadê li ber stranên berxwedanê govend hate gerandin.

CENEVRE

1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê ya Navneteweyî li Cenevreyê bi beşdariya zêde ya Kurdistanî û dostên wan bi awayekî bi coş hate pîrozkirin. Çalakî di saet 13:00’an de li xaçerêya Boulevard James-Fazy û Rue Argand destpê kir. Di meşê de posterên Rêber Apo hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî Serok Apo” hatin berkirin. Meş li Parc des Bastionsê bi dawî bû.

Di pîrozbahiyên ku li Parc des Bastionsê ji saet 16:00’an ve destpê kir de standên çandî yên cuda hatin danîn û xwarinên herêmî hatin pêşkêşkirin. Beşdaran govendê gerandin û çalakî heta saet 20:00’ê bi stranan dewam kir.

AARAU

Li kantona Aargauyê jî pîrozbahî hatin lidarxistin. Girseya ku ji bo pîrozbahiyên li bajarên Aarau û Bruggê li stasyona trenê ya navendî li hev civiya, bi dirûşme û pankartan dest bi meşê kir. Piştî mesa ku heta Altstadê dewam kir, li Markthalle çalakî hat lidarxistin. Rêveberên sendîkayan û nûnerên partiyên siyasî axivîn. Kurdistaniyên ku bi girseyî tevlî meşê bûn, bi standên agahdarkirinê fikrên Rêber Apo vegotin.

Di çalakiya li Bruggê de jî li ser nave Meclîsa Gel a Demokratîk Mehmet Tûnç û li ser nave Meclîsa Jinê ya Rojbîn Zelal Dogan axivîn. Zelal Dogan îşaret bi êrîşên dewlata Tirk a li ser Kurdistanê kir û bal kişand ser girîngiya piştevaniya bi Şoreşa Rojava re.