Hevserokê Nav-Berlînê: Banga Rêber Apo wê li qadên 1’ê Gulanê deng vede

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz her kesî vexwend meşa 1'ê Gulanê ya Berlînê û got: “Sibê qada 1’ê Gulanê veguherînin qada ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê deng vedide."

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê re kedkar û karkerên li çar aliyê cîhanê amadekariyên derketina kolanan dikin. Sendîkayên li Berlînê her sal 1’ê Gulanê bi meşa şorşgerî pîroz dikin.

Hevserokê Nav-Berlinê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku 1’ê Gulanê ne tenê cejnek e, di heman demê de sembola berxwedan, ked û têkoşîna aştiya civakî ye. Huseyîn Yilmaz bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û got: "Tevahiya cîhanê dît ku gel di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û 21’ê Adarê Cejna Newrozê de xwedî li bangê derketin. 1’ê Gulanê jî wê bi heman coş û hişmendiyê were pêşwazîkirin. Her çiqasî gelê Kurd xwedî li banga Birêz Ocalan derket jî, hîn aliyê din gav neavêtiye. Ev bang kevirê bingehîn ê aştî û çareseriya demokratîk e."

Yilmaz anî ziman ku li Rojava Kurd, Asûrî, Ermenî, Ereb û Tirkmen li ser bingeha paradîgmaya modernîteya demokratîk bi hev re dijîn û wiha domand: "Li Rojava sîstemeke demokratîk a ku hemû gel, bawerî û çandên cuda dikarin bi hev re bijîn hatiye avakirin. Ev yek ji bo hemû gelên bindest bûye hêviyek. Paradîgmaya Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê bûye hêviyek. Divê hemû welatparêz, şoreşger, sosyalîst, demokrat, aştîxwaz û parêzvanên mafên mirovan piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Niha dema mezinkirina têkoşînê ye. Em her kesî vedixwînin meşa sibê û qada 1’ê Gulanê veguherînin qada ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê deng vedide."

Meşa 1’ê Gulanê li Berlînê wê saet di 10:00’an de li Strausberger Platzê dest pê bike.