Cihê berxwedana efsanewî: Bendava Tişrînê
Endamê Mektebeya Tenzîmî ya PYD’ê Mistefa Şewket Eldemîr got, “Bendava Tişrînê ne tenê xeta parastinê ye, pozîsyoneke azadiyê ya efsanewî ye ku bi berxwedana hevpar a gelan hatiye avakirin.”
Endamê Mektebeya Tenzîmî ya PYD’ê Mistefa Şewket Eldemîr got, “Bendava Tişrînê ne tenê xeta parastinê ye, pozîsyoneke azadiyê ya efsanewî ye ku bi berxwedana hevpar a gelan hatiye avakirin.”
Endamê Mektebeya Tenzîmî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mistefa Şewket Eldemîr, der barê berxwedana li bendava Tişrînê ji ANF’ê re axivî.
Mistefa Şewket Eldemîr, diyar kir ku ew çend care tevlî nobeta li bendava Tişrînê dibe û got ku berxwedaneke bi vî rengî li tu deverê cîhanê pêk nehatiye.
'EM Ê BENDAVA XWE JI DAGIRKERIYÊ BIPARÊZ IN'
Mistefa Şewket, anî ziman ku dema bi konvoya yekemîn çûne herêmê, dîtine ku herêm bi temamî wêranbûye û got ku armanca wan ew e ku Bendavê ji dagirkeriyê biparêzin û wiha domand, "Çûyîna me pêwîstiyek bû ji ber ku hewl dihat dayîn ku bendav bê dagirkirin. Şopên şer ên li wir gelekî zelal bûn, lê me dest ji berxwedanê berneda. Eger bendava Tişrînê bikeve wê ji bo mirovahiyê bibe felaketeke mezin."
‘BERXWEDANEKE EFSANEWÎ PÊK HAT’
Şewket Eldemîr, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk berdewam kiriye. Şewket Eldemîr got, “Balafirên şer û balafirên keşfê li me xistin. Lê qîrîn û tilîliya dayikan bû bersiva me ya li hemberî van êrîşan. Moralê me ji çiyayan bilindtir bû."
‘LI BENDAVÊ HEVGIRITN Û HEVRÊTÎ XURT BÛ’
Şewket Eldemîr, anî ziman ku gelek hevrêyên wî di berxwedanê de birîndar bûne û şehîd bûne û wiha dewam kir, "Xeta berxwedanê çend kîlometre dûrî me bû, lê em bi meş vegeriyan Bendavê. Li wir me ruhê hevrêtiya rast û berxwedana yekbûyî ya gelan dît."
‘AMBULANS JÎ BÛN HEDEF’
Şewket Eldemîr, da zanîn ku tîmên tenduristiyê jî rastî êrîşan hatine û wiha got, "Dema ku em gihîştin sînorê Tişrînê me dest bi berxwedanê kir. Wê demê ruhek xurt a hevgirtinê ku li tu derê cîhanê nedihat dîtin, serdest bû. Min birayên xwe li wir dîtin, me bi hevrêyên xwe re govend gerand. Me bi stranên xwe bersiv da êrîşên dewleta Tirk."
'DIVÊ BENDAVA TIŞRÎNÊ JI BO MIROVAHIYÊ WERE PARASTIN'
Mistefa Şewket Eldemir, bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, "Em gelekî ku aştiyê dixwazin, lê dijmin li hemberî me bi hovane êrîş dike. Ji ber vê yekê, ger bendava Tişrînê bê rûxandin wê ji bo mirovahiyê wêraneke mezin be. Lewma em ê heta dawiyê bendava xwe biparêzin."