Li Ewropayê Kurd û dostên wan daketin qadan

Li gelek welatên Ewropayê Kurd û dostên wan ji bo ku ji Ocalan agahiyan bistînin daketin qadan. Ji roja Pêncşemê û vir ve çalakî tên lidarxistin.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji ber şewata li Girava Îmraliyê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Çalakî saet di 14.0’an de li Qada Rebûplîqûeyê hate destpêkirin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Azadî ji Ocalan re’ û posterên Ocalan hate hildan. Parlementerê berê yê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman di çalakiyê de axivî. Adiyaman got ku “Jiyan û tendirustiya Ocalan ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Heta ku Kurd ji Ocalan agahiyan nestînin wê li mala xwe rûnenên.”

Ciwanên Kurd jî li gara trênê ya Gare de L’Estê hatin ba hev û bi şîara ‘Destûrê nede tecrîdê’ çalakiyek li darxistin.

MARSÎLYA

 

Li Marsîlyayê jî bi sedan kes saet di 14.00’an de li Qada Canabîereyê hatin ba hev û heta Walîtîya Marsîlyayê meşiyan.

Di meşê de ji bo azadiya Ocalan slogan hate berz kirin û bang li CPT’ê hate kirin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jî çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî bi pankarta ‘Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re’ li pêşiya gara Strasboûgê hate lidarxistin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî  Kurdistanî saet di 16.00’an de li Schloplatazê hatin ba hev û diyar kirin ku ew ji rewşa Ocalan bi fikar in. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Em Kurdistanî ji ber jiyana Rêbertiya xwe bi fikar in.”

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê jî bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin heta ku ew agahiyan ji Ocalan bistînin wê li ser pêya bin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê jî ji bo ji Ocalan agahiyan bistînin û tecrîdê şermezar bikin çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku heta ew ji Ocalan agahiyan bistînin wê li qadan bin.