Li Etiyopyayê girtiyên siyasî tên efûkirin

Hate ragihandin, li Etiyopyayê kesên ku par bi sûcdariya 'serhildanê' hatin girtin di nav de bi dehan girtiyên siyasî wê bên berdan.

Di Hezîrana 2019'an de bi pêşengiya partiya bi navê Tevgera Neteweyî ya Amhara (NAMA) xwepêşandan hatibûn kirin û di encama xwepêşandan û êrişan de bi sedan kes hatibûn girtin.

Bûyerên ku li bakurê welêt qewimîn ji aliyê hikumetê ve weke "hewldanek darbeyê ya herêmî" hatibû pênasekirin. Di bûyeran de gelek wezîfedarên dewletê hatibûn kuştin.

BIRYARA EFÛYÊ HATE WERGIRTIN

Li gorî daxuyaniya hikumetê, endamên NAMA jî di nav de lêpirsîna der barê 63 girtiyên siyasî bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi bidawîbûna lêpirsînê re wê girtiyên siyasî heta dawiya hefteyê bên berdan.

Serokê Giştî yê NAMA Belete Molla têkildarî biryarê daxuyaniyek da û diyar kir ku girtina endamên wan biryareke siyasî ya "ji bo qelskirina neteweperestiya Amharayê" ye.

Li Etiyopyayê ku ji gelek komên cuda yên etnîkî pêk tê, tevî Amhara gelê Sîdama dixwaze li herêma xwe bibe dewleteke serbixwe.

Di nava girtiyên ku hikumetê biryar da wan "efû" bike, milîtanên Sîdama yên alîgirê serxwebûnê jî hene.